
Podcast Kurdî
By Podcast Kurdi

Podcast KurdîMay 24, 2023

Enerjî Çi ye?
Yusuf Varli di vê xelekê de behsa enerjiyê û cûreyên enerjiyê herwiha çavkaniyên enerjiyê kiriye. Herwiha tesîra eneriyê li ser guherîna keşûhewayê û jîngehê mijarên vê xeleka Jîngeh û Jiyanê ne.
Linka wêneyê: https://ars.els-cdn.com/content/image/1-s2.0-S136403212200168X-gr1.jpg

Ez li wir bûm - Mehmed Dîcle behsa salên 90î û şahidiya xwe dike
Bi bernameya “Ez li wir bûm” Xezal Redkanî dest bi rêzepodcastekê kiriye. Di vê xelekê de Xezal û mêvanê xwe nivîskar Mehmed Dîcle behsa salên 90î dikin.

Manşet û Sermanşet - 24
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxandiye

Manşet û Sermanşet - 23
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxandiye.Di rojeva vê Manşet û Sermanşetê de cejna zimanê kurdî û hilbijartinên giştî yên Tirkiyê heye.

Manşet û Sermanşet - 22
🎙️Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxandiye.
🎙️Di rojeva vê Manşet û Sermanşetê de hilbijartinên giştî yên Tirkiyê, desteserkirin û girtina rojnamegeran hene.

Manşet û Sermanşet - 21
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de geşedanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxand. Di rojeva vê de operasyonên li hemberî Rojnamevanên kurd, hilbijartinên tirkiyê hene.

Jîngeh û Jiyan -1
Lêkolîner Yusuf Varli dest bi tomarkirin û belavkirina rêzepodcasta bi navê Jîngeh û Jiyanê kir. Di vê rêpzpodcastê de wê Yusuf Varli behsa mijarên, guherîna keşûhewayê, germbûn û sarbûna hewayê/Xirabûna hevsengîya germahîya cihanê, ziwahiyê û hişkesaiyê, rewşa avê û gelek babetên din ê jîngeh û jiyanê bike.
Bila guhê we li ser me be.

Manşet û Sermanşet - 20
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de geşedanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxand.Di rojeva vê de hilbijartinên pêşwext, rewşa girtîgehan û geşedanên di rojevê de cih digirin.

Manşet û Sermanşet - 19
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de geşedanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxand.

Manşet û Sermanşet - 18
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de geşedanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxand.

Manşet û Sermanşet - 17
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de geşedanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxand û behsa proseya hilbijartina 14ê Gulanê kir.

🎙️Manşet û Sermanşet - 16
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de geşedanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxand. Wî behsa pîrozbahiyên Newrozê, Remezan û proseya hilbijartinan li seranserê Kurdistanê kir.

Dr. Ahmet Kılıç ziwan û weşîye ser o qalî keno
Dr. Ahmet Kılıç mêmanê Podcast Kurdî yo. Ahmet Kiliç meseleya ziwan û weşîye ser o qisê keno û vano; “Ganî nêweş bi ziwanê xo xizmetê weşîye bigîro.”

Manşet û Sermanşet-15
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye

Gelo şaristanê Çewlîgî zelzeleyêk rê hadre yo.?
Serekê Sendîkaya Egitim Senî yê Çewlîgî Faruk Aris vano ke: Çewlîg de xeylî mektebî erdlerzê pêyînî ra pey bîyê xesarin. Çewlîg de tehlûkêko pîl esto. Tersêka pîle esta. Gereke semedê erdlerzî tedbîrî bêrê girewtiş.

🎙️Manşet û Sermanşet
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye

Can Fidal Boldaş: Semedê Çewlîgî tedbîrî nêameyê girewtiş
Serekê Odeya Dorûverî û Muhendîsanê Dîyarbekirî Can fidal Boldaş vano ke; “Ma Çewlîg de xebata tespîtkerdişê xisarî kerda. Goreyê tespîtanê ma hema semedê erdlerzî Çewlîg de tedbîrî nêameyê girewtiş.”
Erdlerz yew bîyayîşê tebîetî yo, erdlerz nêkişeno, bîna û banê nêsexlemî însanan kişenê.

🎙️Manşet û Sermanşet 13
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye

Erdlerzî welatê ma de dejê xorînî akerdî…
Erdlerzê 6ê sibate yê Mereşî de 44 hezarî ra zêder merdimî dinyaya xo bedilnayê. Erdlerzê Mereşî tesîrê xo da 10 şaristananê dorûverê xo. Erdlerzî tesîrê 13 mîlyon însanan kerd.
Mîlyonan kesî bê keye, bê bajar û bê kes mendî….

Manşet û Sermanşet
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.

Manşet û Sermanşet-11
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.

Manşet û Sermanşet 10
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.

Manşet û Sermanşet 9
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.

Gurcistan- Radyoya Ronkayî 40 sal e bûye dengê welat
Ji sala 1978an û heta niha li Radyoya Dewletê ya Gurcistanê weşanên bi kurdî tê kirin. Ev beşa kurdî 40 sal zêdetir e ku bi kurdî dengê xwe digîhîne kurdên Gurcistanê û yên li cîhanê.
Bella Sturkî Xanima kurd ji destpêka beşa kurdî ya radyoya Gurcistanê û heta niha dixebite dibêje, ev weşanên kurdî yê radyoyê zehf girîng e. Ji ber ku piştê hilweşandina Yekîtiya Sovyetê sazî û xebatên kurdan neman û tekane xebatê kurdî maye ku ev jî beşa kurdî ya vê radyoyê ye.

Çîrok û Dîrok: Êlî Baba û Çildiz
Çîrokên navdar ên cîhanê “Alî Baba û Çildiz” bi dehan fîlîman li welata hatine kişandin. Çîroka “Elî Baba û Çildiz” di gelek versiyonên Şevên Erebî de ji tê dîtin. Di vê podcastê de Lêkolîner û Nivîskare Kurd Eyûp Guven, behsa çîroka “Alî Baba û Çildiz” dike û dibêje destpêka vê çîrokê li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê derbas dibe.

Ciwanên kurd yên nifşa Z ‘heviya me edelet e’
Li Tirkiyeyê nîqaşên hilbijartinên serokomariyê dewam dikin, yek ji kesên ku di vê hilbijartinê de herî zêde dengê xwe dide nifşê ciwanan e ku jê re dibêjin nifşa Zyê ye. Weke Podcast Kurdî me li Diyarbekire hêviyên ciwanan ji van hilbijartinan pirsî.

Civateke kurdî ligel zarokan
Dema hilbijartina dersên kurdî dest pê kiriye. Gonul Morkoç bi destûrên malbatên wan civatek geş û şên bi zarokên bi navê Delal, Mîtan, Armanc û Nûjen re kiriye. Kerem bikin guh bidin vê podcastê.

Manşet û Sermanşet-8
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.

Ziwanzan Hacî Ozkal: Eke wîna şêro ziwanê ma vindî beno!
Nuştox û ziwanzan Hacî Ozkal bi serrano ke zonê ma ser o sereyê xo dejneno. 2 hebî kitabê ey bi zazakî estê. Ma na Podcasta xo zî de goşdarîya ey kenê.

Pall Weşan: Palpişteka nû di weşangeriya kurdî de
Pall Weşanê @pallwesan li Diyarbekirê merasîmek pêk anî û ragihandiye ku wê dest bi karê xwe kiriye. Di vê podcastê hûn dê guh bidin projeyên paşerojê yên Pall Weşanê.
@rozerendipity amade kiriye.

Manşet û Sermanşet - 7
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.

فیلمسازێەك كە شەیدای سینەماكری كورد یەلماز گونەی:ھاوار مستەفا خان
چیرۆكی فیمسازی سەركەوتوو ھاوار مستەفا خان، خەلكی گوندی وەسانی دۆلی باڵایانی بناری قەندیڵ كە ویستووا ببێت بە پاڵاوانی سینەمای كوردی.

Çîrok û Dîrok: 3
Spot:Êzîdiyên li Kurdistanê dijîn her sal çilê zivistanê cejna “Bêlind” bi girsehî piroz dikin. Di vê podcastê de Rojnemevanê Êzîdî Xezwan Xazî Navxoş behsa dîroka cejna Bêlind kiriye.

Çayxaneyeke setrencê li Diyarbekirê
Li çayxaneyek biçûk a Diyarbekirê, ev 31 sal in tenê setrenc, yanê kişik tê lîstin. Podcastkurdi çûye vê çayxaneyê çîroka vê çayxanê tomar kiriye.

Suleyman Yılmaz weçînayîşê 2023 şîrove keno
Tirkîya de weçînayîşê Serekkomarî û Parlamentoyî rê tay mend. Ma na Podcaste de derheqê nêzdîbîyayîşê weçînayîşî û îtîfaqanê ke ameyê ronayîş ser o fikrê Suleyman Yılmazî girewtî.

Manşet û Sermanşet - 6
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.

Muzîka kurdî 2022: Gelek vîdyoklîbên nû derketin
Di sala 2022an de gelek albûm û vîdyoklîpên nû hatin tomarkirin. Hunermendên weke Ciwan Haco û Cahit Yatek, Kasım Taşdoğan, Siya Şevê, Yûnis Das bi xebatên xwe derketin pêş.

Semedê yadkerdişê Mehmûd Nêşiteyî
Xebatkar û kedkarê ziwanê ma, nuştox û cigêrayox Mehmûd Nêşite emser mîyanê ma ra şi û dinayaya xo bedilna. Mehmûd Nêşiteyî bi seran semedê ziwanê ma xebata ercaye kerde. Wefatê ey mîyanê Kurdan de bîyo sebebê xemgînîyêka pîle.
Ma na Podcasta xo de semedê yadkerdişê ey qalê cuyayîşê ey kenê û yew hîkayeya ey a bi nameyê “Kurdî nêkewenê mezelê Tirkan” wanenê.

Manşet û Sermanşet - 5
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.

Cihan Olmez: Dewletê bi dozan nehişt em rojnamegeriyê bikin
Cîhan Olmez dibêje: Heger ez ji Kurdistanê dernekama heta 15 salan ez ê di girtîgehê de bimama. Ji ber ku li ser min gelek doz hatin vekirin. Wek gelek rojnamevanên kurd ez jî bûm hedefa dewletê û ez mecbûr mam ku biçim derve.

Dîrok û Çîrok - 2
Di vê xelelkê de Serkan Kurt çîrokeka mîtolojîk a Mêrdînê tomar kiriye û wê ji guhdarên xwe re pêşkêş dike.

پەرستارێکی سەربەرز: نیگار محهمهد مارف
نیگار محهمهد مارف ئهو پهرستاره کوردهی دانیشتوی شاری ههڵمهت و قوربانی هەڵەبچە، که ئاژانسی (بی بی سی) ناوی تۆمارکردووه له لیستی ١٠٠ ژنی کاریگهری جیهان بۆ ساڵی ٢٠٢٢ چیرۆکی ژیانی خۆی بۆ پۆدکاستکوردی دهگهرێتهوا

Manşet û sermanşet - 4
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.
🎙Bi sala nû rw Yildirim êdî dê hefteyê carekê vê bernameya xwe pêşkêş bike.
🎧Kerem bikin. Bila guhê we li ser me be.

Roşanê Gaxanî Bimbarekî Bo
Roşanê Gaxanî mîyanê Kirmancanê ma de sey şayîyêke yeno pîrozkerdene. Demê Gaxanî de şarê ma şayîyanê cîya bi cîyayan virazeno. Roşanê Gaxanî hetê ra kî roşanêkê ma yo newetî yo zî.
Ziwannas Mahîr Dogan derheqê pîrozkerdiş û manaya Roşanê Gaxanî de qisê keno. Mahîr Doğan ma rê qalê Roşanê Gaxanî keno.

Hafizeya Bajarekî: Dîlan Sinemasi
Dîlan Sînemasî demekê yek ji mezintirîn salona sînemayê bû li Rojhilata Navîn û Balkanan. Evrîm Demîrê di vê podcastê de behsa Dîlan Sînemasiyê kiriye.

Çîrok û Dîrok -Pîrozkirina Noelê li Mêrdînê
Rojnameger Serkan Kurt wê êdî bi bernameya Çîrok û Dîrokê çîrok û dîroka Mêrdînê ji we guhdaran re bînê ser platforma me.
Di bernameya yekem de keşe Gabrîel Akyuz behsa çîroka xwe û pîrozkirina Noelê kiriye.

Wan- Biryara teqsîmatê nîgeranî bi xelkê re çêkiriye
Wezareta Jîngeh û Şaredariyê û Şaredariya Wanê bi pêkanîna plana teqsîmatê dest daniye ser bi dehan erd û xanî bax û baxçeyên hemwelatiyan û daxwaza çolkirinê li xelkê dike. Mexdûrên wê biryarê dibêjin; ‘’Em ê çawa malên xwe bihêlin û herin li ber kîjan dîwarê rûnên?!’’

Nerîteka hezarsalî: Şeva Yeldayê
Şeva Yeldayê/Şeva Kurdî, şeva herî dirêj a salê ye, gelek neteweyên li Rojhilata Navîn weke nerîtekê wê şevê pîroz dikin. Bi hezaran sal e kurd jî di wê şevê de bi ahengan pîroz dikin. Di vê podcastê de pisporên keleporê behsa Şeva Yeldayê kirine.

Manşet û sermanşet - 3
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.
Kerem bikin. Bila guhê we li ser me be.

Penêr ji goşt bihatir e
Ji ber qeyrana aborî û bihabûna yêm û dermanan heywanên çewlikên şîr jî yek bi yek tên firotin û şîr û penêr êdî nema peyda dibe. Dikanên penêr ê li sûka Balikçilarbaşî yek bi yek tên girtin û bihayê penêr ji yê goşt zêdetir bûye.

Dîyarbekir de “Şewa Deyîr û Şîîranê Kirmanckî “
Roja 17ê Kanûne Dîyarbekir de hetê Grûba “Morceleyê Kirmanckî” ra bi nameyê “Şewa Deyîr û Şîîranê Kirmanckî” şayîyêke virazîya. Xeylê heskerdoxê Kirmanckî ameyî şayîye û desteg dayê ci.
Şayîye de Hunermend Xoserî û Eylul Nazlier deyrî vatî, Omer Barasi zî şîîrî wendî

Nerîteka hezarsal î: Şeva Yeldayê
Şeva Yeldayê/Şeva Kurdî, şeva herî dirêj a salê ye, gelek neteweyên li Rojhilata Navîn weke nerîtekê wê şevê pîroz dikin. Bi hezaran sal e kurd jî di wê şevê de bi ahengan pîroz dikin. Di vê podcastê de pisporên keleporê behsa Şeva Yeldayê kirine.

Manşet û Sermanşet - 2
Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye. Kerem bikin. Bila guhê we li ser me be.

Kedkarê ziwanê Kurdkî Munzur Çemî dinayaya xo bedilna
Nuştox û cigêrayox, kedkarê ziwanê Kirmanckî (Zazakî) endamê Grûba Xebate ya Vateyî Munzur Çemî roja yewşemeyî şaristanê Almanya Berlîn de dinyaya xo bedilnabi. Munzur Çem rewnayo ke nêweş bi û tedawîya qansêrî dîyêne.
Rayhevalê Munzur Çemî Seyîtxan Kurij û M. Selîm Uzun qalê xebatanê ey kenê û derheqê ey de zanayîşan danê.

Dîsan dadgeh destên li pişt komkujiyê diparêze
Dadgehê di doza kuştina 7 endame malbata Dedeogulları de destên tarî parast û belge û peywendiyên kujer Mehmet Altun ê bi hêzên emnî re red dike. Parêzer @avkrblt behsa rewşa dawî ya doza malbata Dedeogullari dike.

Wan- Qeyrana aborî kêr gihandiye hestî
Ji ber qeyrana aborî û bilindbûna enflasyonê Xelkê Wanê êdî nema dikarin pêdawîstiyên xwe yên serekî bistînin. Karsaz @SemsettinBZKRT dibêje pdî li herêma pîşesaziyê dengê fabrîkayan nayê bihîstin û qeyranê kêr gihandiye hestî.

Ferat Mehmetoglu:Armanc ne dizî ye, armanc qutkirina dengê me ye
Diz li Diyarbekirê her ji çend mehan sîstem û kabloyên kanala Amed Radyo Tvyê didizin. Xwediyê @amedtvradyo Ferat Memetoglu dibêje; armanc ji diziye qutkirina dengê Amed Radyo Tvyê ye.

Zeyneba Daxdewranij - Meseleya Pîre
Dewên de pîrê bena û na mesele yena ci ser. Bêrê ma pîya goşdarîya meseleya pîre bikerê.

Zaza Cebelî qalê xebata xo ya arêdayîşê estanikan keno
Nê rojan de 2 kitabê Zaza Cebelî *Dayika Şer (Helbest) û *Meseleyê Verênî û Estonekê hetê weşanxaneyê J&J ra çap bîyê.
Zaza Cebelî derheqê na xebata xo de Podcast Kurdî rê behsê xebata xo ya “Meseleyê Verênî û Estonekê” keno.
No veng, vengê ziwanê şima yo…

Ahenga swinga Amerîkî li birc û pirên Amedê
Koma Swing Amedê bi salan e li cî û warên dîrokî yên Amedê bernameyên dansa swingê li dar dixe. Endama Koma Swing Amedê Newal di vê podcastê de behsa çîrok û projeyên Koma Swing Amedê kiriye.

Manşet û Sermanşet-1: Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike
Rojnameger Mihemed Yildirim wê rûdanên girîng li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê binirxîne û şîrove bike. Ev yekem xelelka podcasta Mihemed Yildirm bû. Bila guhê w eli ser me be. Dengê me dengê we ye.

Kujerên Tahir Elçî vedişêrin
7 sal bi ser koça Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî borî. Di 7 salên koça wî de ne li Tirkiyê tiştek guherî ne jî kujerên wî hatin aşkerekirin. Parêzer Abdullah Çagerê hevalê Tahir Elçî ye behsa wî dike.

Pêşengiya jina kurd di şoreşa Rojhilat û Îranê de
Zêdetir ji 2 mehan e jinên kurd bi dirûşmeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêşengiya şoreşê dikin. Di Roja Rûbirûbûna Tundûtîjiya Li Dijî Jinan a Cîhanî de nivîskar û çalakvana mafê jinan Solmaz Durûdî behsa rola jinên kurd di şoreşê de kiriye.

Metirsiya Bikaranîna maddeyên hişbir li Wanê
Li bajarê Wanê û navçeyên sînorî yên Serhedê bikaranîna maddeyên hişbir bûye diyarde. Rojnameger Nejla Kirbaş di vê podcastê de behsa metirsiya maddeyên hişbir li herêmê dike.

🎙️Şahidiya li Şewata Sînemaya Amûdê
🎙️Şahidiya li Şewata Sînemaya Amûdê
🎙️62 sal bi ser komkujuya Şewata Sînemaya Amûdê derbas bû. Di wê şewatê de rejima Beasê agir bi sînemê xistibû û 230 zarokên kurd canê xwe bext kiribûn.Yek ji şahidên wê bûyerê ji me re behsa wê rojê kiriye.

Dikanan taxa yek bi yek tên girtin
Li ber diranên çerxa felekê yek bi yêk dişken dikanên taxa. Li gor daneyên Odeya Esnaf û Pişesazan a Diyarbekirê di 10 salên dawîyê de 3 hezar û 500 dikanên taxa hatine girtin.

Vertanîs- 29 sal e ew agir dewam dike
📍Bi cend deqîqeyan bikifikirin, di şeveke de hemû mala wetevî xwişk û birayên we li ber çavên we tên şewitandin.
📍Û destur nayê dayin ku hun û keseke din aveke li wê agirî bikin we dê çi bikira?
🔊Di ve Podcast’a xwe de em e jı we re behsa çiroka Aysel Öğüt u Vartinise bikin.

Swêd- Çîroka şahekî bernamesaziyê
Muhendisê bernamesaziyê Mehmet Can Seyhan demeke li Swêdê ye û li Swêdê kompanyaya xwe ava kiriye. Di demeka kurt de ew bûye yek ji mezintirin bernamesaz li Swêdê. Çîroka Seyhan di vê podcastê deye.

Ne girtîgeh e: Dojeh e
Zindana Diyarbekirê ew cihê ku mirovahî lê miriye.Girtîgeha Diyarbekirê di derbeya leşkeri a 12 îlona 1980î de bi îşkence û kiryarên li dijî mirovahîyê tê naskirin bi destê hikûmetê hat girtin. Mexdûrên îşkenceyê behsa serboriyên xwe yên li zindanê dikin.

Yasaya Sansûrê dê çi bi xwe re bîne?
Rêveberê MLSA yê Parêzer Veysel Ok derbarê yasaya sansurê de dibêje; Ne tenê rojnameger, hemû welatî, hemû saziyên sivîl, baro û partiyên siyasî bi îhtîmaleke mezin wê bibin mexdûrên vê yasayê.

Şahab Laçîn qalê edebîyatê fekkî yê ziwanê ma keno
Nuştox û cigêrayox Şahab Laçîn xeylê wexto ke qezaya Dîyarbekirî Gêl û der û dormeleyê ci de estanik û deyîranê Zazakî ser o cigêrayîşan keno.
Eyê ke wazenê edebîyatê fekkî yê zazakî ra hayîdar bê eşkenê nê qiseykerdişê Şahab Laçînî ra îstîfade bikê.

Rojava- Tekane hostayê hesin li Qamişlo
Xwediyê tekane kargeha hesin Ezîz Hesen li kargeha xwe gelek amûrên hesin çêdike û wan dişîne bajarên Rojavayê Kurdistanê. Hesen ji xeyala zaroktiya xwe avakirina kargehekê bi cî aniye û bûye hunermendê hostayê hesin.

Wan- Dozgerê kerr û kor e wezîr gundiyan tohmetbar dike
2 sal berê gundiyên bi navê Servet Turgut û Osman Şiban ji helîkopterê hatin avêtin. Servet Turgut koça dawî kir û Osman Şiban jî demeke dirêj li nexweşxanê tedawî bû. Îddîaname nehatiye amadekirin dozgeran xwe kerr kirine û li cihê wan wezîrê navxwe gundiyan töhmetbar dike.

Çîroka koçberiya pîremêrekî Efrînî
6 sal bi ser dagirkeriya Efrînê derbas bûye û ji heyama 6 salan Efrîn wêran xelkê wê perişan e. Mam Xelîl yek ji şêniyên Efrînê ye ku di heyama 6 salan hem hemû zarokan xwe wenda kirine û hem tûşî derbederi, xizaniyeke dijwar bûye. Podcasterê me Welîd Hûsên çîroka Mam Xelîlî tomar kiriye.

Çavdêriyên geştiyarekî Nemsayî li Bakurê Kurdistanê
Geştiyarê bi navê Miladen ê bi eslê xwe mimar e, zededir ji mehekê ye li kuçe û kolan û şûwarên dîrokî yên Bakurê Kurdistanê digere. Di vê podcastê de Meladin ji çavdêrî û serpêhatiyên xwe yên li bajarên kurdan Rozerin Tekin re dibêje.

Kanî Xulam: Şarê Îranî hînî azadî wazenê
Nuştox û cigêrayox Kanî Xulam derheqê kişyayîşê Jîna Emînî û xoverrodayîşanê bindestanê Îranî de vano " Şarê Îranî hînî serbestî wazenê. Ganî pêro şarê Îranî bêrê tekişt û Rejîmê dîktatorî birijnê"
Kênaya Kurde ya 22 serrî Jîna Emînî roja 13ê êlûla 2022yî Tehran de hetê polîsanê Dewleta Îranî ra, bi bahaneyê porê aye asîyeno, ameybî îşkence kerdene û dinyaya xo bedilnabî.

Çîrokeka serkeftina parêzerekî ji Rojava heta Bakur
Piştî hatina ji Rojava bo Bakur Ehmed Melemuhammed beşa hiqûqê dixwîne û li Bakurê Kurdistanê dibe parêzer. Parêzer Ehmed behsa çîroka xwe kiriye.

Çîroka lêkolîna Keleha Zerzewanê (Xangul Ozbey)
Serokê Tîma Lêkolîna Keleha Dîcleyê Dr. Aytaç Coşkun behsa serpêhatiya lêkolînên Keleha Zerzewanê dike.
Xangul Ozbey amade kiriye.

Versîyonê destanê Sîyabend û Xecê yo bi kirdkî (Zazakî)
Hecî Xenîyo Mistanij nika 90 serrî yo û bi qasê 40-50 serrî verî xalê xo ra goşdarîya destanê Sîyabend û Xecê ke mîyanê kurdanê ma yê kurmancan de namdar o kerdo.
Hecî Xenîyo Mistanij bi ziwanêko zelel behsê meseleya Sîyabend û Xecê keno.
No veng, vengê ziwanê şima yo.

Hişyar Özalp: Bilindkirina ala Kurdistané ne sûc e
Bilindkirina Ala Kurdistanê di maça Amedspor- Bursasporê ji aliyê çend ciwanên CNKê bû rojev. Parêzer Hişyar Ozalp dibêje hildana Ala Kurdistanê ne sûc e.

Raperîn li Rojhilat û seranserî Îranê
Piştî şehîdbûna Jîna Emînî li 31 wîlayetên Îranê û li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê raperînê dest pê kir. Çalakvana mafê jinan Solmaz Durudî û nivîskar û şîrovekar Tahir Xalidî behsa xwepêşandan û raperîna dikin.

Ali Fikri Işik: Fikra Ahmet Yildirim tune ye
Ali Fikri Işik temşeyî maça Nazilli Belediyespor-Amedsporê kiriye
Işik dibêje, "Fikra Ahmet Yildirim tune ye. Li pişt vê lîstîka li qadên fikrek û firasetek tuneye."
Işik maça Amedspor - Bursasporê ya ku wê îşev bê lîstin jî nirxand.

Xelkê Diyarbekirê: Em ne bextewer in!
Li gor rapirsiyan,xelkê Diyarbekirê di rêza kêfxweşiyê de di rêza yekem de ne. Yanî Amedî ne kêfxweş in. Xelkê Diyarbekirê dibêjin em ji jiyana xwe nerazî ne.

Govenda dawî ya Apê Musa- Musa Anter (Gulistan Korban)
Doza qetilkirina Musa Anter weke doza kuştina gelek siyasetmedarên kurd bi destê dewletê demborî bû û piştî 30 salan ji kuştina Anter doz hate girtin.
🎙Gulistan Korban amade kiriye

Murat Başaran qalê edebîyatê dînî yê Sêwregi keno
Nuştox û cigêrayox Murat Başaran qalê edebîyatê dînî yê Sêwregi keno û malumatanê hîrayan dano. Cigêrayîşê Murat Başaranî ra zî bewlî beno ke tarîxê ziwanê ma yê nuştekî de cayê Sêwregi berz o û berhemê ercayê ameyê nuştiş.

Çavderiyên ji geşta Rojhilatê Kurdistanê û Îranê
Rojnameger Xangul Ozbey di vê xeleka podcastê de behsa çavdêriyên xwe yên geşta li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiriye.

Performanseke reddiyeyê li Zerzewanê
Hunermend Adem Bulut bi nûmayişeke nû balkişand ser wêrankirin û jinavbirina bermayiyên dîrokî yên erdnîgariya Kurdistanê.
Adem Bulut behsa performansa xwe kiriye.

Maseya Podcasterên Jin
Rojnameger û podcasterên me yên jin di vê xeleka podcastê de behsa pêdawîstiyên serekî yên jinan, bihabûna pedên hîjyenîk û tesîra wê li ser jinan kirine.🎙️

Alî Riza Aslan: Ji bo goreke kurê min hebe min li ber xwe da (Gulistan Korban)
Ali Riza Aslane ku hestiyê kurê wî yê 27 salî di nava kutiyeke de radestî wî kirin ji Podcast Kurdî re axivî.
Aslan dibêje; "Ger dozger li wir buna min ê jê re bigota "Ger zarokên te bi vî awayî bidana te yê qebul bikira ez ê jî qebul bikim.

Haydar Diljen vizêrî ra hetanî ewro behsê Dimilîya Sêwregi keno
Nuştox Haydar Diljen behsê Dimilîya Sêwregi û vizêrî ra hetanî ewro edebîyatê Sêwregi keno.
Dimilîya Sêwregi mîyanê fekanê Zazakî de cayê aye zaf muhîm o. Endamê Grûba Xebate ya Vateyî
Nuştox/Cigêrayox Haydar Diljen o ke bi xo zî Sêwregi ra yo û Diljen ma rê behsê Dimilîya Sêwregi û
vizêrî ra hetanî ewro ziwanê ma de cayê edebîyatê sêwregi keno.

Serpêhatiya masîvanekî li Dîcleyê
Masîvan Veysî Bozyil ê li Amedê ev 30 sal in masîvanî dike, her sibe û êvarê ji Çemê Dîcleyê masiyan digre, tîne dikana xwe ya li Mêrgahmedê dipêje û xav jî difroşe. Bozyil dibêje ku di Çemê Dîcleyê de 17 cureyên masiyan hene. Bozyil destnîşan dike ku çêkirina bendavan û ocaxên qûmê, bandorek neyînî li masiyên Çemê Dîcleyê dike. Bozyil ê ku debara xwe bi masîvaniyê dike, ji karê xwe û masiyan pir hez dike. Bozyil di heman demê de helbestan jî dinvîse.

Halê Dalkurdê ne di xema rêveberên wê daye ( Ali Fikri Işık )
Alî Fikrî Işik dibêje, lîstika xirab a Dalkurdê berdewam dike û lîstîka xirab a Dalkurdê li yarîgehê ne di xema berpirsên wê daye.

Serpêhatiya hostayeka amûrên elektronîk li Wanê
‘Her tişt li ser dile mîrov e, heke tiştek binuqute dilê însan ne mimkun e ku ew tişt bisernekeve ‘ wiha dest bi xeberdana xwe dike Nazîme Curga.
Curga, jineke 39 salî ye û bi qasî 18 salan e li Wanê temîra amurên elektronik dike. Curga , dayika 5 zarokan e û him ji mala xwe ra eleqedar e him jî kargeha xwe dinêre. Serê sibê wexta kar û barê xwe yê malê temam dike, tê derîyê kargeha xwe vedike û piraniya zemanê xwe li wê derê derbas dike.
Tişteke wê xemgîn dike heye; berteka mêran…. Nêzîktarîya mêran wê gellek aciz dike . Lê baş e ku hevserê wê ji wê ra buye darpiştek. Curga, ne ji karê xwe ne ji sekna xwe yek gav paş da neavêtî ye , her dewam kirîye. Hetta dibêje ku êdi li hember wê pejirandinek heye.
Pêşnîyareke Curga ji jinan ra heye û dibêje divê jin jixwebawer bin û qet xwe biçuk nebinin…..

M. Malmîsanij derheqê xonamekerdişê şarê ma de qisê keno (2)
M. Malmisanij na beşa qiseykerdişê xo de derheqê kamîya (nasname) şarê ma de zanayîşanê hîrayan dano û qalê meylanê xeletan ê ke zirar danê ziwanê ma ro keno…

Zeyneba Daxdewranî - Meseleya Di Birayan
Na mesele Dewa Daxdewranî ya Gergerî de qewmîyaya. Bêrê ma goşdarî bikerê hela çi ameyo sereyê nê di birayan.

Letîfo ke çimanê xo ra astengdar o raştê neheqîya minîbusçîyan yeno
Kor Letif bi nameyo bîn Hefiz Letîf her roj semey rizqê tutanê xo
keye ra vejyeno teber ke şêro sûke. La minîbûsê Dîyarbekirî ey
nêgênê û tira remenê.
Letîf her roj pê na kerdena minîbusçîyan zehmetî anceno, ezîyet
vîneno. Ma na Podcasta xo de Letifî de pîya verê keyeyê ey ra kewtî
rayîr û bîyê şahadê zehmetîya ey û neheqîya ke minîbusçîyê
Dîyarbekirî ey rê her roj kenê.

Talankirina daristanên Şirnexê
Li Şirnexê talan kirina daristanan zêdebuye. Bi hinceta ewlehiyê rojane hezar û 500 ton dar têne birin.
Parêzer Mahmut Sidar dibeje; Di qanunê de mafê her tiştekê heye, mafê darekê jî he ye. Lê kesên berpirsiyan van qanuna nainin cih.

Terziyekî kurd cilên Tom Crouise difesilîne ( Xangul Ozbey)
Cilên Tom Crouise ji aliyê kurdekî ve tê dirûtin.
Ezîz Ormanci yê ji navça Farqîna Amedê ye, di 23 saliya xwe de diçe Amerîkayê li wir ji kesên navdar ên cîhanê, yên wekî Tom Cruise û gelek dewlemendên cîhanê re cilan didirû û bi karê terzîtiyê dike û li cîhanê navdar dibe.

Xalid Sadînî behsa pirtûka 'berze' Mîrnameya Hekariyan dike
Nivîskar û weşangere Çolemêrgî Xalid Sadînî 20’an zêdetir pirtûk çapkirî ye. Niha jî pirtûka 'berze' Mîrnameya Hekariyan derxiste holê.
Sadînî, bu mehvane Podcast Kurdî behsa Hekkarîyê, Mîrên Hekariyan û pirtûka Mîrnameya Hekariyan kir.

40 sal xizmet di ber kasetan de
Kasetfiroş ango bandçî dawî yê Surê Diyarbekirê Muhittin Akbey e. Ew 40 sal e bandan difroşe û zêdetir ji 40 hezar kasetên wî hene. Di vê podcastê de Akbey behsa çîroka xwe û kasetan kiriye.
@rozerendipity amade kiriye.

Alî Fikri Işik behsa hêviyên xwe yên Dalkurdê yên vê heyamê kiriye
Alî Fikri Işik behsa hêviyên xwe yên Dalkurdê yên vê heyamê kiriye
Işik dibêje: "Dalkurd dê vê demsalê ji ser Pirasiratê derbas bibe, divê biryara xwe bide."

Yeşilyaprak: Ez dixwazim di navbera rîtmên muzika latînî û kurdî de pirekê ava bikim
Perkusyonist @dilanium behsa serboriya xwe û înstrmenta xwe perkusyonê dike. Yeşîlyaprak dibêje ew dixwaze di navbera muzîka kurdî û latînî de pirekê ava bikim.

Altekin: Sîstemeke heteroseksîzmê heye
Endamê Komîsyona Mafên LGBT+ yê Baroya Diyarbekirê Okan Altekîn dibêje sistemeke heteroseksîzmê heye li gorî ve sistemê tene “jin û mêr heye ew jî dizewicin û zarokan dînin û dibin malbat.

Pınar Yıldız behsê xebata xo ya “Mehelîyan” ser o kena
Pınar Yıldız derheqê zazayanê Qerejdaxî (Mehelî) de malûmatanê hîrayan dana.
Pınar Yıldız zazayanê Qerejdaxî ser o xebatêke kerda û nê zazayê Qerejdaxî xo bi nameyê “Mehelî” name kene û xo sey eşire vînenê.

Jiyana koçeran li Berwariyê (Perixan Kaya)
🎙️Zozanên Çemê Karê ya Berwarî ya Sêrtê ye, her sal mazûvaniya bi sedan koçeran dike. Koçerên Şirnex, Cizîr û Silopiyayê di vê xeleka podcastê de behsa jiyana koçberiyê dikin.
🎙️ Perixan Kaya amade kiriye.

Parezerê Hantaş: Dema kujer polîs û kuştî jî kurd be encama dozê ti carî naguhere! ( Gulistan Korban)
Di doza kuştina Recep Hantaşê 20 salî ku bi berhevkirina kaxizan debara xwe dikir polîsê ew kuştibû berat kir.
🎙Gulistan Korban amade kiriye.

Westeyê Çewlîgijî behsê Qedeyîfa Burma ya namdare kenê
Qedeyifa namdare ya Diyarbekirî bi serrano ke pê destê westeyanê Çewlîgijan yena viraştiş, pewtiş û rotiş.
Tehmê Qedeyifa Dîyarbekirî bîyo namdar û her ca rê vila bîyo.

Parêzer Dîyar Çetedîr: Mafên penaberan tê binpêkirin
Li Tirkiyeyê di sala dawî de li ser penaberan nîqaşeke cidî heye. Gelek penaber rastî tundiyê tên û gellek jî ji ber ewlehiya wan nîn e derbasî Ewrupayê dibin.
Endamê Lîjneya Rêveberiya Baroya Diyarbekirê Parêzer Diyar ÇETEDİR behsa rewşa penaberan dike.

Alî Fikrî Işik behsa bengîtiya futbolê dike
Di vê xeleka Bînergehê de Alî Fikrî Işik ji guhdarên xwe re behsa felsefe û psîkolojiya bengîtiya futbolê kiriye.

Embazê Şaban Şenateşî behsê ey û xebata ey kenê
Embazê Şeban Şenateşî Alî Îlhan, Mustafa Karadağlı û Faruk Çetînkaplan behsê
prosesê vejîyayîşê kitabê Şaban Şenateşî “Fehengê Zazakî” kenê.
“Ferhengê Zazakî” yê Şaban Şenateşî yo rehmetî ke qasê 20 serran ser o
gurîyayo badê wefatê ey emser ame vilakerdene. Ey bi çimanê xo ferhengê xo
nêdî la heskerdoxê ey heskerdoxê Dimilkî ( Zazakî) Ferhengê ey çap kerd.

Dadgehê Cemal Metin Avci xelat kir ( Perixan Kaya)
Bavê Pinar Gültekin Sıddık Gültekin dibêje, ji ber em kurd in dadgehê doza kaça min wisa kir. Ev dû sal e jiyana me wan ne jiyan e, ne tenê Pinar ew hemû kûştîne.

Qetlên Reşetariyê- Doza Mehmet Sincar
Doza Parlementerê DEPe Mehmet Sincarê ku di 1993an de hate kuştin jî bi girtinê re rû bi rûye.
Hevsera Sîncar, Cihan Sîncar dibeje; ez nebinim jî wê neviyên min bibine lê elbet wê edalet were cîh.

Hunermendê Newrozê Hesen Zîrek
Îro 50 sal bi ser koça dawî ya Hesen Zîrek re derbas dibin. Zîrek bi sedan stran li gencîneya muzîka kurdî tomar kirine. Podcastera me Xangul Ozbey ji ser Bokanê ji ser aramgeha Hesen Zîrek podcast tomar kiriye.

Maseya podcasterên jin III
Rojnameger û podcasterên me yên jin di vê rêze podcastê de behsa neyeksaniya derfetên karên xwe kirine.
Ev xeleka dawî ya vê podcastê ye.

Alî Fikrî Işik behsa transferkirina futbolîstan dike
Alî Fikrî Işik di vê xeleka podcastê de behsa tranferkirina futbolîstan kiriye. Işik dibêje; transferkirina futbolîstan li lîga 2yem xeletiyeke mezin e. Çunke lîstikeke baş di wê lîgê de nîne.

Maseya podcasterên jin II
Rojnameger û podcasterên me di vê rêze podcastê de behsa serpêhatiyên xwe yên karê rojnamegeriyê kirine.

Maseya podcasterên jin
Rojnameger û podcasterên me yên jin di vê xeleka podcastê de behsa zahmetî, fişar û berbestên karên xwe dikin.
Maseya podcasterên jin wê weke rêzepodcast berdewam bike.

Sûr- Taxên Dîrokî hatin rûxandin ê din jî tên “fetihkirin”
Li Sûra Diyarbekirê beriya 7 salan ji ber şerê bajaran taxên dîrokî hatin rûxandin niha jî şaredarî navê taxa Kitilbilê weke “Fetih e” guherandiye.
Akademisyen Aziz Yağan behsa guhertina li Sûrê dike.

Hûnermend Mikaîl Aslan bîyo meymanê Podcast Kurdî
Ma na Podcesta xo de deyîrbazo Dêrsimij Mikaîl Aslanî kenî meymanê xo.
Ma na Podcasta xo de Dîyarbekir de Mikaîl Aslanî reyde ameyî têlewe û xebata ey, xebata albumê ey a neweyî ser o qisey kerd.

Hunermendê defê Seyîd Tajedîn Huseynî: Def ji bo min heval e
Muzîsyenê kurd Seyid Tajedîn Huseynî di emreke gelekî piçûk de dest bi lêdana defê kiriye û ew bi sala ne defê dijene.
Di vê podcastê de Huseynî behsa dîroka defê, cihê wê di muzîka kurdî kiriye.

Bendewarên Binxetê
Herçend koçberî û xerîbiya ji Binxetê ber bi sînorên welatên derve zahmet e, mayîn û bendewariya Binxetiyan jî ji bo dîtîna yên çûyî gelekî zehmet e.
Di vê podcastê de çîroka bavekî bendewarê zarokên xwe guhdar bikin

Batman- Serpêhatiya jineke nanpêj û serkeftî kedar (Perîxan Kaya)
Jina bi navê Yasemîn Saygi li bajarê Batmanê dijî, li taxa Bahçelîevlerê nanpêjiyê dike. Bi karê nanpêjiya debara erz û eyalên xwe dike.
Perîxan Kaya amade kiriye.

Bexçeyên Hevselê roj bi roj namîne (Xangul Ozbey)
Baxçeyên Hevselê ku ji kîtabeyên Asûran bigire heta
bîranînên Ewliya Çelebî di gelek rûpelên dîrokê de cih
girtine, ji ber xemsarî, çêkirina avahiyan û mercên qeyrana aborî roj bi roj namîne.

Qeyrana aborî tesîr li ajaldariyê jî kiriye
Qeyrana aborî, bihabûna keresteyan û nebarîna baranê di dema xwe de tesîrekene neyîni li ser ajaldariyê ji kiriye. Şivanê ji Gundikê Melî Şivan Nezir Sidar dibeje, dahata wan weke salên berê baş nîne

Diyardeya zarokên karker û derûniya zarokan (Beril Caymaz)
🎙Li Tirkiyê û bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya zarokên zarokên karker pir zêde ye û her meh 5-6 zarokên karker li ser kar jiyana xwe ji dest didin.
@BerilCaymaz di vê podcasta xwe de behsa diyardeya zarokên karker kiriye.

Kanî Xulam hîrabîyayîşê NATOyî ser o qisey keno
Nuştox û aktîvîsto Kurd Kanî Xulam muracatê endamtîya Swêdî û Fînlandîya yê NATOyî û razînêbîyayîşê Tirkîya şîrove keno.
Hukmatê Tirkîya qebûl nêkeno ke wa Swêd û Fînlandîya bibê endamê NATOyî û wazeno wa ê her di welatî hetkarî nêdê Kurdan.

Berhevkareka keleporê û şirêjinek li Rojava
Hizniya ango Keça Kurd li hêlîna bav û diya xwe xwedî derketiye û hemû xwişk û bira li ser destên xwe mezin kiriye. Ligel xanedaniyê 22 sal in keresteyên keleporî berhev dike.
Çîrokeka jineka serkeftî li Dirbêsiyê.

Zeyneba Daxdewranî - Estanika Lajê Axayî
Ma bi estanikêka bîne benê meymanê şima. Wa estanikî cuya şima de kêmî nêbê!

Gelo çi ra konsêrê hûnermendanê Kurdan qedexe benê?
Deyîrbaz Mucahît Goker qedexebîyayîşê konsêranê hûnermendanê Kurdan ser o qisey keno.
Nê rojanê peyênan de konsêrê deyrîbazanê Kurdan hetê Walîtîyan û Şaredarîyanê girêdayîyê hukmatî ra ameyê betal kerdene.

Seyran Duran: Baweriya azadiyê hêzê dide mirov
Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Swêdê Seyran Duran çîroka xwe @NjnnOnn re gotiye. Duran dibêje divê jin pêdaçûnê di halê xwe de bikin û xwe biguherînin.

Alî Fikrî Işik di vê podcastê de fînala lîga şampîyonan şîrove kiriye
Di maça fînalê ya Lîverpool- Real Madrîdê de Real Madrîd bi golekê ji Lîverpoolê bir û 14 caran bû şamyîyonê lîga şampiyonan.

Firoşkar: Bi zorê em debara xwe dikin
Jimareyeke zêde ya kurdan li Enqerê heye û bazarên sektora mahsî û mîwe di destê kurdan daye. Fîroşkarên bazêrên sewze û mîwe yên kurd dibêjin ji ber qeyrana aborî û kêmbûna dahata xelkê ew bi zorê debara xwe dikin.

Farqîn- Pîrozbahiya Serê Gulanê
Farqînî dibêjin “Gulan bûka salê ye, Farqîn di dilê herkesî de cihê ye.” Farqînî her sal 14ê Gulanê diçin seyrangehan û hatina Gulanê pîroz dikin.
Xangul Ozbey behsa cejna Serê Gulanê û nerîta wê cejnê dike.

Ümit Baysal: Radyo Alef dengê Mêrdînê ye
Koordînatorê Giştî yê Radyo Alefê Ümit Baysal behsa naveroka weşana radyo Alefê û planên xwe yên pêşerojê dike. Baysal dibêje Radyo Alef bi xwe dengê Mêrdînê ye.
🎙@fatexann amade kiriye.

Rojava- Îsal jî hişkesalî bi ser cotkaran de hat
Hişkesalî îsal jî bi ser cotkarên Rojavayê Kurdistanê de hatiye û toximên cotkaran xistibûn axê ji ber nebara baranê berhem nedane.
Cotkar bi fikar in û bihayê genim û ard jî roj bi roj biha dibe.

Xwendekar rêwitiyê bi trênê dikin
Diyarbekir- Qeyrana aborî, bihabûna nirxê mazot û sotemeniyê berê xelkê û xisûsî jî xwendekaran daye geştên xwe bi trênê bikin.
Xangul Ozbey di geşteke bi trênê ya Diyarbekir- Batmanê de vê podcasta xwe tomar kiriye.

Muzîsyen Ali Doğan Gönültaş qalê albumê xo keno
Bi nameyê "Kiğî"albumê Ali Doğan Gönültaşî ame vilakerdiş. Alî Doğan behsê albumê xo yê neweyî û projeyanê xo keno.

Diyarbekir- Seyyare li ser destê Delalê tamîr dibin
Jina bi navê Delal Orûç, her roj diçe sanayiya Diyarbekirê û wesayîtên xerabûyî tamîr dike. Wê daye dû xeyala xwe
Hosta Delal behsa serpêhatiya serkeftina xwe dike.

Çend pêşniyaz bo Amedsporê
Alî Fikrî Işik, beriya maça Amedspor û Tarsus İdman Yurdusporê ya Play-Offê hin pêşniyazan li tîmê dike.
Işik, dibêje heger Amedspor guh bide van pêşniyazan wê serkeftî be.

Dîyarbekir de şayîya Roşanê Ziwanê Kurdî
15ê Gulane Roja Roşanê Ziwanê Kurdî Dîyarbekir de bi çalakîyanê cîya bi cîyayan ame pîrozkerdiş.
Hetê Platformê Ziwanê Kurdkî (PZK) û Tora Ziwanî û Kulturê Kurdkî ra bi minasebetê 15ê Gu

Piyanîst Boran Zaza: Xeyala min ew e li Qamislo konserekê bidim
Piyanîst Boran Zaza dibêje eq çend sal e ne li Kurdistanê ye ew bi kurdbûna xwe û kultura xwe serbilind e.
🎙Nujin Önen amade kiriye.

Sînorê bi xwîn
Li Bajarokê Ruboraka Colemergê mirina ciwanên kurd êdî bûye diyardeyek ji rêzê. Herî dawî ciwane bi navê Tahsin Yalçın li ser sînor bi destê leşkeran hate kuştin.
Kuştina van ciwanan em ji Komeleya Mafê Mirovan ya Colemergê bi Sibel Çapraz re axivin.

Nebatên rengîn û dermanbexş ên siruşta Kurdistanê
Li deşt û çiyayên Kurdistanê nebat û gihayên wekekereng, ribês, gûlîk, mendê, kiwarik û hwd tên çinîn.
Nivîskar İhsan Birgül dibêje, kurdan gelek nebat û gihayan yan pijandine xwarine û an jî weke derman bikaranîne.

M. Malmîsanij derheqê problemanê kirmanckî de qisey keno
Malmisanijî derheqê rastnuşê kirmanckî (zazakî) de zanayîşî dayî, behsê xebata Grûba Xebate ya Vateyî kerd û çend nimûneyan ser o cewab da tay xeletîyê ke warê rastnuştişê ziwanî de benê.

Piştî 7 salan careke din deng bi dêra Surp Gragos ket
Li Dêra Ermeniyan a Surp Gragosê piştî 7 salan yekem ayîn pêk hat. Bi sedan ermen ji çar aliyên cîhanê hatin Amedê û tevli vê ayînê bûn. Di ayînê de hem kêfxweşî û hem jî dilşikestin hebû.

Sînamegereke serkeftî li Bakurê Kurdistanê ( Pencemorên JInan-3 )
Sînameger Lîsa Çalan di gelek fîlmên dirêj, belgefîlm û projeyên rêzefîlman de cih girtiye Di 26emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî Keralayê ya li parêzgeha Kerala ya Hîndistanê ‘’Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê’’ wergirt. Çalan di heman demê de "Mêvana Rûmetê" ya mihrîcanê bû.
Lîsa Çalan mêvana vê xeleka Pencemorên JInan e

Sirûc- Dîdarek ligel çend karker û cotkaran ( Beril Caymaz)
Îro 1ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê ye. Bi minasebeta Roja Karkerên Cihanê Beril Caymaz ligel çend karker û cotkarên kurd li Sirûcê axiviye.
1ê Gulanê Pîroz be!

Mîkaîl Erbey: Îsal jî hişkesalî bi ser cotkaran de hat
Serokê Komeleya Cotkarên Qoserê Mikail Erbey dibêje ligel pandemî û qeyrana aborî niha îsal jî hişkesalî bi ser cotkaran de hatiye û rewşa cotkaran xirab e.
🎙 Mahsum Rencber amade kiriye.

Nûnerê nerîta hezar salan: Îbrahîm Akyol
Îbrahîm Akyol 70 sal e bi nebatên siruştî ji nexweşan dermaan çêdike û wan tedawî dike.
Îbrahîm Akyol çawaniya çêkirina dermanan û berdewamiya nerîta dermansaziyê gihayî ji me re aşkere dike.
🎙Xangul Ozbey amade kiriye.

Receb İçen: Divê xema şanohezan estetîk be
Dramaturg Receb Îçen behsa proseya avabûna Şaneşîn Performans û yekem lîstîka wê ya bi navê Bêcirê dike. Îçen dibêje divê xema bîneran estetîk be.
Fate Saruhan amade kiriye.

Xweparastin ji Tundiyê- 4
Nebûna xizmetguzariya bi zimanê kurdî li saziyên fermî dibê rêgir jinên kurd tûndiya beramberî xwe bînin ziman. Parêzer Semra Balyan û civaknas Berivan Öztürk behsa rêgiriyên li pêş zimanî û tûndiya li ser jinan kirine.

Maça Amedspor- Isparta Davrazsporê
Alî Fikrî İşik, ji bînergehê temaşeyî maça Amedspor- Isparta Davrazsporê kir.
Işik her dîsan tekez dike ku çi stratejiyeke Amedsporê tuneye û dibêje ji vê çi lîstikê çi tişt dernaekeve û hêviya wî tuneye.

Harûn Bozkurtî reyde kitabê ey ser o
Wayîrê xebata “Destpêk ra Heta Ewro Antolojiyê Şîîranê Zazakî” Harûn Bozkurt qalê xebata xo keno.
Bi kirdkî (zazakî) reya verêna ke xebatêka wînayêne ameya kerdiş.

Azad Altun: Rojnamegeriya kurdî gihiştiye asta navneteweyî
Rojnameger Azad Altun Azad Altun zêdetir ji 2 mehan li meydana şerê Ukrayna û Rûsyayê ye. Altun tecrûbeyên xwe yên li meydana şerî û rewşa rojnamegeriya kurdî şîrove dike.
M. Salih Bedirxan amade kiriye

Qetlên Reşetariyê! (Gulistan Korban)
Rojnamegeriya Kurdî îro 124 saliya xwe pîroz dike. Di Rewitiya 124 salan de karwanê vê rêwîtiyê gelek bedelên giran dane. Di rêza podcasta Qetlên Reşetariyê de me behsa çîroka kuştiba belavkarê Azadiya Welat Qedir Bagdu kiriye.

Warê ma yo Dersîm
Payîz, bihar, zivistan û havîn… Dêrsim bi xwezaya xwe her demsal wek quncikekî cinetê ye. Herêma Dêrsimê siruşta wê hemû demsal jî pir mirova mest dike. Lê Dersim bî taybetî çiyayên we mirova mat mayî dihêle. Me ev podcast ji geliyên Dêrsîmê tomar kiriye.
